Demirtaş: Divê Wan li vîna xwe xwedî derbikeve

Demirtaş: Divê Wan li vîna xwe xwedî derbikeve

Bi boneya piştgiriya ji bo gelê Wanê, li navçeya Bagcilar a Stenbolê bi sedan kes hatin cem hev. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li vir ji gireseyê re axivî û got; “Hemû gelê Wanê were girtin jî AKP nikare Şaredariya Wanê bigire. Demîrtaş got; “Divê gelê Wanê rojek tenê jî raneweste. Divê nîşan bide bê ew ê çawa li vîna xwe bibe xwedî. Divê gelê me li her derê piştgirî bide gelê Wanê.”

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê girtina Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê berê yê BDP’ya Wanê Cuneyt Caniş û Şaredarê navçeya Elbaka Wanê yê ku Şaredartiya wî ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve hatibû betalkirin, hate protestokirin. Endam û rêveberên BDP’ya Stenbol û navçeyên wê li ber avahiya BDP’ê ya li Bagcilarê civiyan û daxuyaniyek dan çaepemeniyê.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Alîkara Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî, Hevserokên BDP’ya Stenbolê Asiye Koçak û Alî Riza Bîlgîlî, Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya BDP’ê Gulçîn Îsbert û rêveberên bajar û navçeyan beşdar bûn. Di çalakiyê de dirûşimên weke “Em li ber zilmê stû xwar nakin”, "Bekir Kaya ne tenê ye", "Cuneyt Caniş ne tenê ye", "Em hemû Bekir Kaya ne", "Bekir Kaya rûmeta me ye", "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê cîhana bê Ocalan bi ser we de hilweşînin", "Çareserî di aşitiyê de ye, qasidê aşitiyê li Îmraliyê ye", ", "Bila destên dirêjî rojê bibin bişkên", "Bijî Serok Apo", "Bila zîndan vala bibin, cih ji Erdogan re bimîne", "Qatil Erdoðan" hatin gotin.

MUXATAB OCALAN E

Li ser navê girseyê Hevseroka BDP'yê ya Stenbolê Asiye Kolçak, daxuyanî da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ji sala 2009'an heta niha li dijî partiya wan komkujiya siyasî dimeşîne. Kolçak, da zanîn ku AKP bi van operasyonan hesta xwe ya kîn û nefretê verdişe û wiha got: "Bi girtina şaredar Bekir Kaya hemû gelê Wanê hate girtin. Hevdîtina Serokwezîr Erdogan û Serokê Gişti yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo muxatabên xeyalî ne. Lê heta ku navê pirsgirêkê rast nebêjin û li muxatabê rast negerin pirsgirêk çareser nabe. Muxatabê sereke Birêz Ocalan e.”

YÊ KU BEKIR KAYA GIRT JÎ ERDOGAN E

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî da zanîn ku hikûmeta AKP'ê di 10 salên dawî de zordariya herî mezin dimeşîne û wiha got: "Divê êdî her kes guh bide dengê wijdana xwe. Kesên deng bide wijdana xwe dê zilma AKP'ê bibîne. Serokwezîr her tiştî ji bo dewletê dibîne. 10 salin DGM û OYM hebûn. Çima niha radike. Serokê dewleta kur Erdogan e. Gelo ji bo hevalên me yên girtî serbest bên berdan tu hewldanên guhertina zagonan heye? Ji bo dewletê dewlet tê avakirin. Kî di nava vê dewleta ji bo dewletê de cih digire. Li Tirkiyeyê 2 dewlet hene. Yek ji van dewleta ku ji rêveberiya kontra pêk tê û zilmê li gelê kurd dike ye. Dewleta din jî li rojhavaya Tirkiyeyê dewleta zilmê li gelê tirk dike ye. Serokê dewleta kûr jî serokê dewleta fermî jî tu Serokwezîr Erdogan e. Yê ku Bekîr Kaya girt jî tu yî Erdogan ."

BANGA XWEDÎLÊDERKETINÊ

Demîrtaş, da zanîn ku gelê Wanê bi van girtin û binçavkirinan natirsin û gelê Wanê ku di erdhejê de di ber xwe da dê li hemberî van operasyonan jî diber xwe bide. Demîrtaş, destnîşan kir ku AKP ne tenê şaredar, hemû gelê Wanê binçav bike û bigire jî gelê Wanê teslîm nabe. Demîrtaş, da zanîn ku ger Serokwezîr Amed, Şirnex Wan û Colemêrgê bixwaze dê gel koltixê bi serê wan de bişkîne.

Demirtaş, bang li gel kir û da zanîn ku heta operasyon bi dawî bibin bila li qadan di ber xwe bidin û got; "Divê gelê Wanê were girtin jî AKP nikare Şaredariya Wanê bigire. Demîrtaş got; “Divê gelê Wanê rojek tenê jî raneweste. Divê nîşan bide bê ew ê çawa li vîna xwe bibe xwedî. Divê gelê me li her derê piştgirî bide gelê Wanê."