Demîrtaş têkildarî provokasyonan hişyar kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş li hemberî rewşa rageşî ya li Amedê berdewam dike banga baldariyê kir û got, bila hemû kes vegerin malen xwe û neyên provokasyonan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li hemberî rewşa rageşî ya li Amedê berdewam dike banga baldariyê kir û got ku bila hemû kes vegerin malen xwe û neyên provokasyonan û li hemberî êrîşan sibê bersivê di sindoqan de bidin.

Piştî duh li hemberî mitînga HDP’ê ya Amedê êrîşa çekdarî pêk hat li bajar rewşa gengeşî berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş peyamekî baldariyê weşand. Demîrtaş hişyariya hemû kes vegerin malen xwe, li hemberî êrîş û provokasyonan sibê di sindoqan de bersiva hêzên tarî bê dayîn û baldar bin kir. Demîrtaş di serî de ji gele Amedê û hemû raya gişt re banga baldariyê kir û li hemberî provokasyonên hêzên dixwazin hilbijartinê têk bibin vegerên malen xwe kir.

DI MIJARA PÎROZBAHIYAN DE JÎ HIŞYARÎ KIR

Demîrtaş banga bere ji bo pîrozbahiyan kirin çareke din dubara kir û ji gel re got, “Bi ti awayî pîrozbahî nayên kirin” û heye encamên fermî negihijin deste wan wan bila ti kes baweriyê bi tiştên wisa neyne. Demîrtaş, da zanîn ku heya weke partî encamên teqez aşkera nekirin ti biryarên pîrozbahiyê tinene.