Şaredarê Sura Amed Abdullah Demîrbaş li Swêdê serdanên xwe yên bi parlamenter,rêxistinên girseya demokratîk û nûnerên şaredariyan re didomîne.
Demîrbaş li her cihê rastî eleqeyeke germ tê û li Gavledeyê jî ji aliyê kurdîstanî û swêdiyan ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Demîrbaş piştî bi Kurdistaniyan re bi nûnerên şaredariyê re kete civîneke ku saet û nîvê berdewam kir bû. Şaredar Danîel Olsson, enadmên meclisa şarediyê yê bi eslê xwe kurd Îsmet Uzun û Leyla Tarhan ji civînê re malovanî kir. Ji nûnerên Kurdocide Watch CHAK Seyidxan Anter, hevserokên meclisa gel ya Gävleborg Sevîm Batte û Abdullah Kaya û nûnerên Komeleya Çanda Mezoptamya tevlî bû.
Demîrbaş geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, Tikriye û Kurdistanê nirxand û piştre jî axaftina xwe li ser şaredariyan û pirsgirêkên ku siyasetmedarên kurd pêre rû bi rû ne axivî. Demîrbaş wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê xebatên kurdan bi her awayî û kanûnên heyî bin pê dike û asteng dike. Êrîş û zextên li hemberî rêveberên BDP’ê zêde bûne. Niha 6 parlamenterên BDP’ê girtî ne. Niha 36 şaredarên BDP’ê,237 endamên meclisên şaredariyê girtî ne. Desthilatdariya AKP’ê ku xebatên BDP’ê hezm nake serî li her rêyan dide. Hinek şaredar bi fermana wezîrê navxweyî ya tirk hatine girtin.
Demîrbaş anî ziman ku ew pir zimzanî û çandiyê diparêzin û di pratîkê de jî li gorî vê tevdgerin û wiha got: “Ji ber vê yekê min 66 deng girt. Li ser vê ez wekî terorîst têm sûcdar kirin û 496 sal ceza ji min re tê xwestin.”
Şaredarê Govel jî wiha got:. “Em êrîşên li ser BDP’ê û şaredariyên wê dişopînin. Girtina nûnerên partiyan û rêveberiyên şaredariyan ku bi dengên gel hatine hilbijartin, ne li gorî prensibên demokrasiyê ne. Li Swêdê tu hêz nekare şaredar û rêveber ji cihê wî bîne xwarê. Tenê ji ber sedemekê dawî li peywira wan tê dayîn û ev jî ji ber barkirina şaredariyeke dine.”
Olsson got ew dixwazin bi şardariyên BDP’ê re têkiliyên xwe pêş ve bibin û Demîrbaş jî spasiyên xwe pêşkêş kir.