Demîrbaş: Bila Parlamentoya Swêdê navbeykarî bike

Demîrbaş: Bila Parlamentoya Swêdê navbeykarî bike

Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş ji bo tevli Mîhrîcana Çandê ya kurd bibe çûbû Swêdê û serdanên xwe didomîne. Roja sêşemê li Gavle bi şaredaran re hate cem hev û roja çarşemê jî li ser daxwaza Komîteya Kurdistan-Swêdê ya bin banê Parlamentoya Swêdê de hatiye avakirin çû serdana parlamentoyê. Di civîna ku parlamenteran re pêk anî de ji bo şerê li Kurdistanê bi dawî be û xwîn nerije bang li Parlamentoya Swêdê kir ku bila bibin navbeynkar.

Demîrbaş ji aliyê Serokê Komîteya Swêd-Kurdistan, parlamenterê Partiya Gel û berdevê Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm ve li parlamentoyê hat pêşwazîkirin. Piştî xwarina nîvro tevli civînê bûn.

Ji bilî ‘demokratên Swêdê’ hemû komên di parlamentoyê de nûnerên wan tevli civînê bûn û nûnreên rêxistinên kurdan yên li Swêdê faliyetan dimeşînin tevli civînê bûn.

Fredrîk Malm diyar kir ku wan xwestiya Demîrbaş bikin mîvan û got ligel ku civîn di carekî de pêk dihat gelek parlamenter tevli bûn.

Demîrbaş ji bo parlamenterên Swêdê û rêxistinên kurdan yên Swêdê spas kir. Demîrbaş got di encama piştgirî û piştevahiya navnetewî de qedexeya derveyê welat ji bo wî rabûye.

AKP BI ÊRÎŞÊN XWE HIKÛMETÊN DIN LI PIŞT XWE HIŞ

Demîrbaş wiha got: “Hikûmeta AKP’ê dema avabû hêvî hebûn. Lê ev 3-4 sale piştî desthilatdarî bi giştî girtin zext û zordariyên xwe zêde kir û hikûmetên berê li pişt xwe hişt. Di hilbijartinên 2009’an de BDP’ê serkeftinek mezin bi dest xist. Lê piştî vê AKP’ê êrîşên xwe zêde kir û bi hezaran siyasetmedarên kurd girtin.”

AKP POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ DIDOMÎNE

Demîrbaş wiha got: “AKP’ê kanaleke ku ruhsata wê jî tune avakiriye. Lê tişta balkêş eve ku AKP li tabelayên meyên kurdî lêpirsînê vedike. Di Doza KCK’ê de destûrê nadin parastina bi zimanê dayikê. Cigirê serokwezîr derdikeve û îdia dike ku kurdî ne zimanekî şaristniyê ye. Gelo mirov dikrin li vî welatî behsa demokrasiyê bikin. AKP polîstîkyên xwe înkarê didomîne.”

EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN

Demîrbaş destnîşan kir ku Erdogan ji bo tirkên Almanyayê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwaze lê ji bo kurdên ku bi hezaran salan eli ser van axan dijîn zimanê wan wekî parçebûna welat dibîne. Demîrbaş got ew êdî dixwazin azad bijîn û koletiyê qebûl nakin.

JI BO PARLAMENTOYA SWÊDÊ BANG

Demîrbaş ev bang li Parlementoya Swêdê kir: “Em naxwazn gerîla û leşker bimrin. Divê pirsgirêka kurd bi diyalogê çareser bibe. Ocalan ev salek zêde ye di bin tecrîda giran de ye. Ez bang dikim ku divê Parlamentoya Swêdê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bikeve dewreyê.”