DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê giştînameyek weşand

DEM Partiyê ji bo 1'ê Gulanê giştînameyek weşand, bal kişand ser ked, aştî û demokrasiyê, li dijî mêtingerî û zextê ji bo têkoşîna hevpar bang kir û 11 biryarên xwe eşkere kir.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya, “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1ê Gulanê ve” giştînameya 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê eşkere kir. DEM Partiyê di giştînameyê de diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk di têkoşîna ji bo ked, wekhevî, edalet, azadiyê jinê û ekolojjiyê de rênîşan dide û li dijî kedxwarî, şer û metîngeriyê banga têkoşîna hevpar kir. DEM Partiyê dê starta xebatên 1'ê Gulanê îro bide.

DEM Partiyê di çerçoveya xebatên 1'ê Gulanê de ew biryar girtin;

“*Hemû xebat wê bi şiara Ji bo Ked, Aştî û Edaletê ber bi 1'ê Gulanê ve bên kirin.

*Li Kurdistanê Amed û Wanê mitîngên navendî wê bên lidarxistin û li bajarên derdorê jî dê tevlî mitîngê bibin.

*Li Tirkiye û Kurdistanê wê bi hezên ked û demokrasiyê ve bi awayekî hevpar mitîngên coş bên lidarxistin.

*Gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal wê xebat bên kirin.

*Li avahiyên bajêr û navçeyan, rawestgehan û kolanan pankart wê bên daliqandin.

*Li Fabrîka, atoliyeyên tekstîlê, şantiyê, maden û bazaran stand dê bên avakirin û belavokên 1'ê Gulanê wê bên belavkirin. Hevdîtinên karkeran wê bê kirin û meşen bangavaziya mîtîngan wê bê lidarxistin.

*Ji bo keda jinan bê dîtin wê bi Meclîsa Jinan re xebatên hevpar bên lidarxistin.

*Bi karkerên ciwan, karkerên zarok û bêkaran re hevdîtinên taybet wê bê lidarxistin.

*Wê piştgiriya berxwedana karkeran û grevan were kirin.

*Ji bo têkoşîna parastina Ekolojiye û li dijî qirkirina xwezayê wê xebat bên kirin.

*Medyaya dîjîtal û xebatên çapemeniyê wê bi awayeke çalak bê bikaranîn.”