DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

DEM Partiyê ragihand ku di salvegera Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî bi raya giştî re bê parvekirin.

Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hate gotin, "Di salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kir, em ê nirxandinên xwe yên li ser qonaxa heyî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, paşeroja pêvajoyê û peyama nû ya Birêz Ocalan bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin."

Hate ragihandin ku civîn wê saet di 11:00 de li navnîşana "Yilmaz Güney Sahnesi / Çankaya - Ankara" bi rengekî zindî bê lidarxistin.