DEM Partî: Komkujiya Enfalê navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Seddam ve hatî pêkanîn, daxuyanî da.
Komîsyona Gelan û Baweriyan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera komkujiya Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Seddam ve hatî pêkanîn, daxuyanî da.
DEM Partiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku 14’ê Nîsana 1988’an destpê kir, weke yek ji xelekên herî giran a politikaya tunekirinê ya li dijî gelê Kurd e û got, “Di vê komkujiyê de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan, gundên wan hatin xirakirin, nasname û hebûna wan hate hedefgirtin. Ev navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate gotin, “Em ê siberojeke ku gel û bawerî jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet lê bijîn, ava bikin. Em qurbaniyên Komkujiya Enfalê bi rêzdarî bi bîr tînin.”