DEDAŞ'ê 50 karker ji kar avêt

50 karkerên DEDAŞ’ê yên ku ji ber şertên xerab dev ji kar berdabûn, ji kar hatin avêtin.

Li 6 bajarên ku qadên xebatê yên DEDAŞ’ê (Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) ye, karkeran li hemberî şertên xerab ên kar, di 21’ê Tîrmehê de ji bo 2 saetan çalakiya karberdanê kiribûn.

Hate ragihandin herî kêm 50 karkerên ku îro çûn kar, ji kar hatine avêtin. Karker di destê sibehê de çûn Midûriyeta Bajêr a li navçeya Eyyubiye ya Rihayê, bi hinceta ku ji kar hatine avêtin, destûr nehate dayîn ku têkevin avahiyê.

Karkerên ku bi SMS’ê hatin agahdarkirin ku ji kar hatine avêtin, li pêşiya saziyê ne.