Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryar da ku gora 8’mîn Serok komarê Turgut Ozal bê vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser îdîayên derbarê mirina 8’mîn Serok Komar Turgut Ozal de lêpirsîn dayî destpê kirin, biryar da ku gora Ozal vekin.
Dozgerê Komarê Kemal Çetîn ku erkdarê 10’mîn madeya Kanûna Tekoşîna li Dijî Terorê yê lêpirsînê birêve dibe, ji bo gora Ozal vekin ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re fermanek nivîsî.
Dê gor di bin çavdêriya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bê vekirin. Saziya Tiba Edlî dê derbarê mirina Ozal de hûrkolînê bike.