Dayîkên Şemiyê ku her hefte bi dirûşmeya "Kiryar diyarin, winda li ku ne?" li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Malbatan xwest kesên li DMME'ê hatin tawanbarkirin di hiqûqa Tirkiyeyê de jî bên tawanbarkirin. Malbatan xwest kesên bersûc û bersûc araste kirine hemû bi hev re bên darizandin û cezakirin.
Dayîkên şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Qada Galasarayê di hefteya 389'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayîkên Şemiyê pankarta "Kiryar diyarin, winda li ku ne?" vekirin û wêneyên windayan xistin hembêza xwe. Dayîkên şemiyê ku wêneyên windayan yên bi qurnefil hatine xemilandin hembêz kirin xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Dayîkan vê hefteyê çîroka Kenan Bîlgîn yê di sala 1994'an de li Navçyea Dikmenê ya Enqereyê hare revandin xwend. Malbatan piştgiriya xwe ya ji bo dayîkên Cizîrê jî anîn ziman.
'ERDOGAN NIKARE ME BIXAPÎNE'
Biraziya Abdurrahman Gul yê li Cizîrê hate revandin û windakirin Hanim Gul diyar kir ku, li gel kujer diyarin jî nayên darizandin û wiha got: "Gelê Kurd êdî nayê xapandin û hişyar bûye. Erdogan êdî nikare me bixapîne. Divê êdî hemû gelê Kurd li hemberî binpêkirina mafên xwe rabe ser piyan û dakeve kolanan. Birayê Kenan Bilgin Yilmaz Bîlgin jî çiroka birayê xwe vegot. Bîlgîn diyar kir ku, kujerê birayê wî niha di nava dewletê de kar dike û wiha axivî: "Serokwezîr Erdogan dibêje di serdema me te tu kes nehatin windakirin. Raste lê di serdema we de mirov li nava kolanê tên kuştin. Li gel kujer diyarin jî polis nayên girtin. Yên tên girtin jî serbest tên berdan.
'DMME'Ê MAHKUM KIR, LÊ DEWLETÊ 18 SALAN ÎNKAR KIR
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe ji anî ziman ku, Bîlgîn di sala 1993'an de hate binçavkirin û wiha got: "Midûriyeta Polîsan ya Meletiyê gef li Bîlgin xwar û iha got: "Tu vê carê sax filitî, lê carek tu sax nafilite. 10 şahidên ku dema Bîlgîn hatin binçavkirin hene. Dozger Selahattin Kemaloglu lêpirsîn daye destpêkirin. Lê lêkolîna dozger li hemberî hewldanên polîsên TEM'ê bê encam maye. Divê kesên li DMME'ê tên darizandin li Tirkiyeyê jî bên darizandin. Li gel DMME'ê sucdar kir jî dîsa dewlet 18 salin rastiya Bîlgîn înkar dike. Lazime dewlet êdî hişmeniya xwe bigurîne û rastiyan ronî bike. "