Dayikên Şemiyê li dijî dorpêçê jî meşiyan
Dayikên Şemiyê li dijî qedexe û dorpêça polîsan meşiyan Qada Galatasarayê.
Dayikên Şemiyê li dijî qedexe û dorpêça polîsan meşiyan Qada Galatasarayê.
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên piştî hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin, di hefteya 955’an de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li Qada Galatasarayê dom kir.
Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû lê tevî vê yekê jî hemû kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ve diçin bi bariyerên polîsan hatin girtin. Tevî biryara AYM’ê jî, Dayikên Şemiyê/parastinên mafên mirovan ku di destên wan de qurnefîl hebûn, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.