18 kesên ku meşiyan Qada Galatasarayê hatin destgîrkirin -HATE NÛKIRIN
Dayikên Şemiyê tevlî dorpêç û astengiya polîsan, ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan 18 kes destgîr kirin.
Dayikên Şemiyê tevlî dorpêç û astengiya polîsan, ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Polîsan 18 kes destgîr kirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 954’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê tevî astengî û dorpêçkirina Qada Galatasarayê jî di hefteya 14’emîn de meşiyan qadê. Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Qada Galatasarayê de biryara binpêkirina maf daye jî lê polîs destûrê nadin Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe li dar bixin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe didomînin.
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê TÎP'ê Ahmet Şik jî piştgirî dan çalakiyê.
Polîsan Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan asteng kirin û gelek kes destgîr kirin.
Tanrikulu û Şik xwestin kêliya destgîrkirinê daxuyanî bidin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan her du parlamenter kirin dorpêçê û rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî bi lêdana polîsan re rû bi rû man. Nûçegihana Cem TV Dîlan Şîmşek ji ber lêdana polîsan ket erdê. Polîsek jî destê xwe xist qirika nûçegihanê Arti TV'yê Umut Taştan û şidand.
18 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Mîkaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Besna Tosûn, Hasan Karakoç, Alî Tosûn, Eren Keskîn, Leman Yurtsever, Cuneyt Yilmaz, Oya Ersoy, Gulendam Ozdemîr, Nîmet Tanrikulu, Umît Bîçer, Hayrettîn Pîşkîn, Ezgî Çetîn, Şîfa Nûr Çetîn, Omer Kavran.