Dayikên Şemiyê ji bo Talat Turkoglu edalet xwestin
Dayikên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn ku beriya 30 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hate windakirin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn ku beriya 30 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve di bin çavan de hate windakirin.
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1097'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1097'an de li aqûbeta Talat Turkoglu (45) yê di 1’ê Nîsana 1996’an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.