Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn ku beriya 32 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin.

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Vê hefteyê çalakiya 1092’yan hate lidarxistin.

Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên windayan hildan û aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn ku piştî hatî binçavkirin êdî agahî jê nehat wergirtin.

Daxuyanî ji aliyê Zelal Buldan ve hate xwendin.