Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin destgîrkirin hatin berdan

22 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de li Qada Galatasarayê hatibûn destgîrkirin, serbest hatin berdan.

Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 953’yemîn de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî bi qerenfîlên di destên wan de meşiyan Qada Galatasarayê. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê qedexekirina qadê de biryarên “binpêkirinê” daye jî lê di hefteya 12’emîn de polîsan bi hinceta "qedexeyê" Dayikên Şemiyê dorpêç kir. 

Polîsên êrişî çalakiyê kir, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî di nav de 22 Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan hatin destgîrkirin.

Hanife Yildiz, Alî Ocak, Mîkaîl Kirbayir, Besna Tosun, Sebla Arcan, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yurtsever, Arat Dînk, Hatîce Korkmaz, Oya Ersoy, Îsmaîl Yucel, Gulendam Ozdemîr, Omer Kavran, Denîz Aytaç, Kemal Bûlût, Hatîce Onaran, Meryem Bars, Pelîn Laçîn, Huseyîn Aygul, Zehra Demîr û Kenan Yildizerler piştî ku hatin destgîrkirin serbest hatin berdan.