Dayîkên Şemiyê: Tundî heye, destgîrkirin heye, kelepçe heye- HATE NÛKIRIN

Dayikên Şemiyê û serokên baroyan ên xwestin bimeşin Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsên Tirk 24 kesan destgîrkirin.

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di dema destgîrkirinê de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 956’an de jî li Qada Galatasarayê hatin ba hev û çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi qûrnefîlên di destê wan de ber bi qadê ve meşiyan. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû lê tevî vê yekê jî çalakiya Dayikên Şemiyê tê astengkirin. Dayikên Şemiyê 16 hefte ne dest ji Qada Galatasarayê bernedan.

16 serokên baroyê, parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Ozgul Sakî, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik vê hefteyê tev li çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê bûn. Girseya ku li ber Baroya Stenbolê hate ba hev, xwest ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşe, lê polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û destûr neda girse bimeşe.

Pêşiya qadê bi bariyerên polîsan hate girtin. Polîsan girseya ku li ber Baroya Stenbolê ya li ser Cadeya Îstîklalê dorpêç kir û meşa wan asteng kir. Çalakvanan bi nîşanên serkeftinê bertek nîşanî dorpêçê dan.

Polîsên ku kedkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin, rojnamevan Fatoş Erdogan derb kir û bi erdê re kaş kir. Pişt re polîsan destê gelek kesan kelepçe kir û destgîr kirin Dayikên/Mirovên Şemiyê li ser hesabê xwe ya twîtterê bi van gotinan bertek nîşanî astenkirina çalakiya xwe dan: “Hiqûq nîne, destûra bingehîn nîne, azadiya kombûnê nîne. Tundî heye, destgîrkirin heye, kelepçe heye.”

Navên kesên di çalakiyê de hatine destgîrkirin wiha ne: “Sevîl Tûrgût, Asli Saraç, Hanîfe Yildz, Mîkaîl Kirbayir, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgin, Alî Ocak, Meryem Bars, Hasan Karakoç, Alî Tosûn, Masîde Ocak, Besna Tosûn, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Îsmaîl Yucel, Nazim Dîkbaş, Ozge Efe Bakirci, Meryem Goktepe, Hatîce Onaran, Huseyîn Aygul, Hunkar Yûrtsever, Salîm Derelîoglû, Umît Efe.”