Dayikên Şemiyê bi kelepçekirî hatin destgîrkirin

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji paş ve kelepçekirî hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 960’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe domandin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di Kolana Îstîklalê de bi qerenfîlên di destên xwe de heta Qada Galatasarayê meşiyan. Wek her hefteyê polîsan li ser daxwaziya Qeymeqamiya Beyoglûyê “qedexe” hincet nîşan da û çalakiyê asteng dike. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan li ser Kolana Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Tevî hemû astengî û dorpêçan jî Dayikên Şemiyê meşiyan.

ROJNAMEVAN JÎ HATIN ASTENGKIRIN

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlamenterê HDP'ê yê berê Mûsa Pîroglû jî piştgirî dan Dayikên Şemiyê.

Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û ji cihê çalakiyê hatin dûrkirin.

21 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Tevî biryara ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê çalakiya Dayikên Şemiyê de wek “binpêkirinê” daye jî lê dîsa polîsan mudaxile kir û gelek Mirovên Şemiyê destê wan ji pişt ve kelepçe kirin û destgîrkirin. Polîsan heqaret li Mirovên Şemiyê kirin.

Gelek welatiyên derdorê nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan. Welatiyên xwestin dîmen û wêneyan bi telefona xwe astengiyê bigirin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Polîsan Mirovên Şemiyê li wesayîtên destgîrkirinê siwar kirin û bi lez û bez birin emniyetê. Hat zanîn ku 21 kes hatine destgîrkirin.