Dayik Erol: Dixwazin kesên li edaletê digerin bidin tirsandin

Dayikê Evrîm Denîz Erol Besna Erol a li girtîgehê tê ragirtin got, "Dixwazin kesên li edaletê digerin bitirsînin. Em di serdemeke wisa de ne ku terazûya edaletê hejiyaye.”

Dayik Besna Erol a ku di sala 2019’an de ji ber axaftina xwe ya li merasîma cenazeyê Evrîm Denîz Erol ku yek ji 33 kesên di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li navçeya Pîrsûsa Rihayê de hate qetilkirin de hatibû girtin û 7,5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn, di salvegera komkujiyê de ji zarokên xwe re nameyek şand.

Erol a li Girtîgeha Elezîzê tê ragirtin, di nameya ku ji bo salvegera qetilkirina kurê xwe nivîsî bû de xwest li ser gorê bê xwendin ev tişt gotin, “Serdana gorê te jî ji min re zêde dibînin.”

‘KESÊN LI EDALETÊ DIGERIN DI HEDEFÊ DE NE’

Di nameyê de ev tişt hate gotin:

“Kurê min ê delal, em dîsa di meha Tîrmehê de ne. Beriya 8 salan, Rêwiyên Xewnan difikirîn ku di nava şer û pevçûnan de hêviyên aştiyê bigihînin zarokan. Lê yên xerabiyê hez dikin, rûyê xwe yê xedar nîşanî wan dan…

Di roja îroyîn de jî hemû cîhan mîna erdekî ziwa ku bi hesreta avê ye, bêriya aştiyê dike. Xewnên rêwiyên wê rojê hêj jî teze û zindî ne. Di van salan de lêgerîna me ya edaletê kêliyek jî ranewestiya û wê ti carî raneweste. Ji ber xwedî li kurê xwe derketim 5 sal in di girtîgehê de me. Ez bi vê temena xwe, tevî ewqas nexweşî li pişt deriyê hesinî têm girtin. Serdana goristanê jî ji min re zêde dibînin. Kujerên zarokên me, yên ku bûne sedema vê yekê hê jî li derve ne û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Ji ber ku em maf û hiqûqê dixwazin, dadgeh bi lez dixebitin û me dixin girtîgehan. Di darizandina wê qetlîama mezin de tu pêşketin çênebû. Dixwazin kesên li edaletê digerin bitisînin. Em di serdemeke wisa de ne ku terazûya edaletê hejiyaye. Ne erd û ne jî ezman wê vê neheqiyê qebûl nekin, lê hesreta me ya aştiyê ya ji bo paşerojê bi dawî nabe. Bawerî û israra me ya ji bo edaletê wê teqez bi aştiyê encam bigire.”