NÛ BÛ

Nûçegihanê MA’yê Arslan hat girtin

Nûçegihanê MA'yê Firat Can Arslan hat girtin.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24'ê Sîbel Yuklerê ku îro çaçroveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin destgîrkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin girtin.

Arslan bi daxwaza girtin û Yukler û Akyuz jî bi şertê kontrolkirian edlî sewqî dadgehê hatin kirin.

Arslan bi rêya SEGBÎS'ê tev li dadgehê bû. Dadgeriyê der barê Arslan de biryara girtinê da.