Daxuyaniya serok û rêveberên baroyan hat astengkirin

Serok û rêveberên baroyan xwestin li ber Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê ku Dayikên Şemiyê lê hatine destgîrkirin, daxuyaniyê bidin. Polîsan daxuyaniyê asteng kirin.

Serokên baroyên Edene, Semsûr, Agirî, Êlih, Amed, Wan, Colemêrg, Mûş, Şirnex, Riha, Mêrdîn, Dersim û îzmîrê û rêveberên baroyên Enqere, Stenbol, Îzmîr û Sêrtê ji bo proestokirina astengkirina çalakiyên Dayikên Şemiyê li ber Midûriyeta Emniyetê ya Vatanê li hev civiyan.

Serok û rêveberên baroyan xwestin ji bo serbest berdana xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên li emniyetê tên girtin daxuyaniyê bidin. Polîsan hewl dan daxuyaniyê bi hinceta qedexeya qeymeqamtiyê asteng bikin.

Serokên baroyan ku bertek nîşanî pêkanînên kêfî dan, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Çapemenî jî bi zorê ji qadê hatin dûrxistin.

Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz piştî dorpêçê daxuyanî da û anî ziman ku îro li du navçeyên cuda daxuyaniya wan ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatine astengkirin û got:         “Ev feraseta li pêşberî maf û azadiyan wê nikaribe me ji rêya me dûr bixe.”