Daxuyaniya PÎK'ê ya li ser Komkujiya Roboskî
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi wesîleya salvegera 11'an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek weşand.
Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) bi wesîleya salvegera 11'an a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek weşand.
Serokê Giştî yê PÎK'ê Hîkmet Serbilind qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 34 Kurd bi balafirên şer bi xwînxwarî hatin qetilkirin û hate gotin, "Tevî ku 11 sal di ser Komkujiya Roboskî re derbas bûne, hîn ji têkoşîna hiqûqî ya malbatên dilşewat encamek bi dest neketiye. Ji ber ku zilm û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd rewa têne dîtin û bi navê hiqûqê bêhiqûqî tê kirin. Komkujiya Roboskî di dema desthilatdariya AKP'ê de hate kirin ku ji bo Kurdan dibêje 'birayê me ne' û hîn jî têkildarî Komkujiya Roboskî hiqûq nayê bicihanîn."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li her derê li dijî gelê Kurd û destketiyên wan dest bi şerekî qirêj kiriye û hate gotin, "Mixabin ji dema avabûna rejîma Kemalîst û vir ve li hemberî gelê Kurd heq û hiqûq bi cih nehatiye anîn û her desthilatdariyê jî polîtîkaya înkar û tunekirinê meşandiye. Dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî Miletê Kurd, ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê ye, li her devera ku Kurd lê ne, dewam dike. Heta ku dewleta Tirk hesabê komkujiyên li dijî gelê Kurd kiriye nede, wê aramî neyê Tirkiye û Kurdistanê, wê meseleya Kurd çareser nebe."
Di dawiya daxuyaniyê de Komkujiya Roboskî hate şermezarkirin û hate gotin, "Me Roboskî ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin."