Danişîna duyan a Doza Kobanê didome
Danişîna duyan a Doza Kobanê ku 28 jê rehîn 108 siyasetmedar jê têne dariznadin, didome.
Danişîna duyan a Doza Kobanê ku 28 jê rehîn 108 siyasetmedar jê têne dariznadin, didome.
Danişîna duyan a Doza Kobanê berdewam dike. Danişînê bi parastina Parlamentera berê ya HDP’ê ya berê Ayla Akat dest pê kir.
Danişîna duyan a Doza Kobanê ku rêveberên HDP’ê jî di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin di roja duyemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncayê ye tê lidarxistin.
Pipsorên Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û nûnerên dîplomatîk ên welatên Yekîtiya Ewropayê dozê dişopînin.
Di danişînê de bi sedan parêzer ji bo siyasetmedaran biparêzin di danişînê de amade bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, gelek parlamenter û rêveberên HDP’ê û rêxistinên jinan li danişînê dişopînin.
Beriya danişînê di ketina eywana danişînê de bi hêceta “lêgerîna bombeye” parêzer û rojnamevan li ber derî hatin sekinandin. Piştî nîqaşa parêzer û polîsan hêj destûra ketina hundir hat dayîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku wê xwe ji danişînên xwe yên werin re amade bike beşdarî danişînê nebû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê FîgenYuksekdag, endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak, Zeynep Olbecî bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel, Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata, rêveberên HDP’ê yên berê Emîne Beyza Ustun, Pervîn Oduncu, Ayşe Bagci, Sîbel Akdenîz, Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose li eywana danişînê amade ne.
Danişînê bi parastina Ayla Akat Ata dest pê kir. Ata destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên pişaftinê ew bi zimanê dayika xwe kirmanckî (zazakî) perwerdehiyê nedîtiye û ji ber vê ku nikare bi zimanê xwe parastina xwe bike lêborîna xwe ji her ferdekî gelê Kurd dixwaze