Danişîna 2'yan a Doza Kobanê dest pê kir
Danişîna 2'an a Doza Kobanê ku 28'ê rehîn girtî 108 siyasetmedar têne darizandin dest pê kir.
Danişîna 2'an a Doza Kobanê ku 28'ê rehîn girtî 108 siyasetmedar têne darizandin dest pê kir.
Danişîna 2'an a Doza Kobanê ku 28 jê rehîn 108 siyasetmedar têne dariznadin dest pê kir.
Hevserokê berê yên rehîn ên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li girtîgehên ku lê dimînin bi rêya onlîne tevlî danişînê bûn. Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîla berê Ayla Akat Ata, Ayşe Bagci, Bircan Yorulmaz, Sîbel Akdenîz û Pervîn Oduncu tevlî danişînê bûn. Aysel Tugluk a rehîn û Gultan Akkaya ku bêyî girtî têne darizandin ji ber sedemên tendiristiyê tevlî danişînê nebû. Girtiyên li girtîgehên ku lê dimînin, Sirri Sureyya Onder, Berdevkê Şandeya Imraliyê ku bêyî girtî tê darizandin ji Stenbolê onlîne tevlî danişînê bû. Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û wekîlê berê Altan Tan sedem nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.
Li danişînê parêzer jî hazir Bû, ji ber ku şandeya dadgehê dereng hat danişîn bi derengî dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan mafê axaftinê dane parêzeran. Parêzeran xwestin nûçegihan û şêwirmendên wekîlan bikaribin bikevin hêwana dadgehê.
Şandeya dadgehê got daxwaza redkirina dadgeriyê ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 23'yan a Enqerê ve hatiye redkirin, ji ber ku rêya îtîrazê vekiriye di vê danişînê de wê têkilî ya esasî parastin neyê kirin.
Danişîn bi xwendina ewraqên ku ketine dosyayê didome.