Dag û Er dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn
Malbatên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er diyar kirin ku, piştî daxwazên zarokên wan ên 65 roj in di greva birçîbûnê de pêk hatine, zarokên wan dawî li çalakiya xwe anîne.
Malbatên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er diyar kirin ku, piştî daxwazên zarokên wan ên 65 roj in di greva birçîbûnê de pêk hatine, zarokên wan dawî li çalakiya xwe anîne.
Malbatên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên di sala 2019’an de hatibûn girtin û li Girtîgeha Hewlerê hatibûn girtin, diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 18’ê Gulanê de li dijî binpêkirinên mafan û êşkenceyê dabûn destpêkirin, piştî daxwazên wan hatin bicihanîn bi dawî bûye.
Dayika Mazlûm Dag, Qudret Dag di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand, ew bi mebesta ji tenduristî û jiyana kurê xwe agahdar bin hatine Başûrê Kurdistanê û got; “Bidawîkirina greva birçîbûnê ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Her wiha em bang li aliyên peywendîdar û gelê Kurd dikin ku ji rewşa tenduristî û jiyana zarokên me agahdar bin û nehêlin careke din mafên wan li girtîgehê bên binpêkirin.”
Bavê Abdurrahman Er, Şahîn Er jî têkildarî bidawîkirina greva birçîbûnê axivî û wiha got; “Piştî ku wan li dijî binpêkirin û zextan 65 rojan di greva birçîbûnê de man, niha rewşa tenduristiya Er û Dag zêde baş nîne. Lewra ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku wan dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîn. Her wiha ji me re soz hate dayîn ku daxwazên Dag û Er bên bicihanîn. Lewra em spasiya hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji me re bûn alîkar.”
Mamê Mazlûm Dag Hamît Dag anî ziman ku, ew bi Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan û Şêwirmendê Wezîra Karûbarên Civakî re civiyane, her wiha diyar kir ku beşek ji hêz û aliyên siyasî ji bo bicihanîna daxwazên Dag û Er, piştgirî dane wan.