Dadgehê xwest karên Kongreya Bajarê Stenbolê ya CHP'ê bê rawestandin

Nîqaşên li ser lidarxistina Kongreya Bajêr a Awarte ya Stenbolê ya CHP'ê gihîşt asteke nû.

Piştî ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) destûr da kongreyê, Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya 45'emîn a Stenbolê xwest, karên kongreyê bêne rawestandin.

Dadgehê bi bîr xist ku biryara tedbîrê ya beriya niha hîn jî derbasdar e û diyar kir ku hikum hatiye dayin, rêveberiya bajêr û delegeyên kongreyê ji wezîfeyê bêne dûrxistin û amadekariyên kongreyê bêne rawestandin.

Nivîs ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ya 1'emîn a Sariyerê re hate ragihandin. Piştî vê yekê CHP'ê nerazîbûn nîşan da. CHP kongreya awarte ya Serokatiya Stenbolê ya Partiyê îro pêk tîne.