Di rûntiştina yekemîn a doza çapemeniya azad a Kurdan de, parastina bi Kurdî mohra xwe li dozê xist. Rojnamevanên Kurd xwestin parastina xwe bi Kurdî bikin, lê dadgehê daxwaza rojnamevanan red kir. parêzeran da zanîn ku dadgeh di çarçoveya huhqûqa dijminahiyê de tevdigere.
Di 1'emîn rûniştina doza 36 jê girtî 44 rojnamegerên kurd de heyeta dadgehê mafê parastina kurdî red kir. Parêzeran diyar kir ku astengiya mafê parastina kurdî, li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Parêzer Meral Daniş Beştaş, diyar kir kir ku muwekilên wan ji ber kurdin û di nava çapameniya kurd de cih digirin hatin girtin û wiha got: "Ger pirsgirêka kurd tunebûya, pirsgireka ronîkirina rastiyan tunebûya û rastî ji civakê re nehata veşartin, wê demê ev sûcê mezin dê nehata kirin. Ji ber muwekilên me rastî aşkere kirine sûcê mezin kirine."
1'emîn rûniştina doza 36 jê girtî 44 rojnamegerên kurd, li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat, bi dawî bû. Zêdeyî 100 parêzer û bi hezaran kes di rûniştinê de amade bûn. Rûniştinê ji ber heyeta dadgehê salon terk kir, rûniştinê dest pê nekir.
Rojnamegerên girtî li salona rûniştinê dirûşmeyên "Çapemeniya azad bê deng namîne" berz kir. Rûniştina serê sibê rastî astengiya polîsan hat piştî nîvro bi "Ez li vir im" dest pê kir. Doza ku heyeta dadgehê parastina zimanê zikmakî red kir, bi rageşiyê bi dawî bû. Prz. Kadîr Tunç, xwest di rûniştina dozê de deng bê tomarkirin. Tunç, xwest ji bo ev doza dîrokî bibe belge wêneyek bê kişandin û di nava dosyayê de bê bicihkirin.
Demekê di navbera rojnameger û Serokê Heyeta Dadgehê Alî Alçik a ji bo deng nayê derket. Li hemberî beteka beşdarên rûniştinê Alçik, bersiva "Ez dê salonê bidin valakirin" da û gef xwar. Prz. Fevzi Çelik jî bertek nîşanî helwesta dadgehê da û anî ziman ku darizandinek adîlane nayê kirin û wiha got: "Ev doza çapemeniya kurd e. Em dixwazin daxwaza muwekilên me ya parastina kurdî bê qebûlkrin û bi lezgîn wergêr bê dîtin."
Parêzer Înan Poyraz jî bi kurdî axivî û serpehatiya xwe û dayika xwe ya sala 1980'an ku ji ber bi tirkî nizanîbû hat serê wî vegot.
Prz. Meral Danış Beştaş da bertek nîşanî heyeta dadgehê da û diyar kir kir ku muwekilên wan ji ber kurd in û di nava çapameniya kurd de cih digirin hatin girtin û wiha got: "Ger pirsgirêka kurd tunebûya, pirsgireka ronîkirina rastiyan tunebûya û rastî ji civakê re nehata veşartin, wê demê ev sûcê mezin dê nehata kirin. Ji ber muwekilên me rastî aşkere kirine sûcê mezin kirine. Serokwezîr dibêje "Ez dê biçim li Roboskî 34 kesan qetil bikim. Zarokê 14 salî 20 salan ceza bikim. Ez dê bi hezaran siyasetmedarên kurd bigirim. Ez dê her rojê 5 jinan bikujim. Ez dê çapemeniya azad û rojnamegerên wekî Nuray Mert, Yildirim Turker û kesên din ceza bikim. Axaftina kurdî ya kurdan li malên wan jî tê qedexekirin. Redkirina zimanê zikmakî ya muwekilên ji bo min wekî zilmê ye. Ew dibêjin ji bo ku em kurdin hûn me dadirizînin, em jî dê bi kurdî parastinê bikin. "
Parêzer Baran Dogan jî diyar kir ku di dadgehan de du pêkanînên huqûqê ceza yên hemwelatî û dijmin hene û da zanîn ku dadgeh di çarçoveya huhqûqa dijminahiyê de tevdigere.
Prz. Abdulbakî Boga jî anî ziman ku dadgeh li gorî fermana hikûmetê tev digere û wiha got: "Serokwezîr dibêje HSYK ya min. Daraza min. Serokê darazê yê min. Dadger û dozgerê min.
Heyetê heta sibê saet 10.00'an navber da rûniştinê. Sibê rûnişitna dozê dê saet di 10.00'an de berdewam bike.