Ciwanên Welatparêz têkildarê tecrîdê û 15’ê Tebaxê çalakî li dar xist
Ciwanên Welatparêz, ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî li dar xist.
Ciwanên Welatparêz, ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî li dar xist.
Ciwanên Welatparêz, ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an pîroz bikin, li navçeya Umraniye ya Stenbolê çalakî li dar xist.
Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Fermandar Egîd sax e, PKK şer dike’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin, fişekên hewayî hatin teqandin. Gelek ciwan tev li çalakiyê bûn. Ciwan bi çirayên di destên xwe de di nava kuçeyan de meşiyan.