Ciwanên Kurd li Churê standa îmzeyan vekir

Ciwanên Kurd li Churê standa îmzeyan vekir

Ciwanên Kurd li bajarê Chur yê Swîsreyê, di çarçoveya kampanya îmzeyan ya di qada navnetewî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tê birêve birin standa îmzeyan hate danîn.

Standa ku di konekî li navenda bajar de hate danîn, ciwana bi tîşortên wêneyê Ocalan li ser erk girtin û 540 îmze komkirin. Standa ku di navbera demjimêrên 10.00-16.00’an de hate vekirin û îmze hatin komkirin, belavokên li ser pirsgirêka Kurd û Ocalan jî hatin belavkirin.

Rêxistina Komala Ciwana ya Zurichê da diyarkirin ku, ew dê di rojên pêş de çalakiyên bi heman awayî pêkbînin.