Ciwanên hatin êşkencekirin: Em ê teqez hesabê Pirsûsê bipirsin!

Ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de bi êşkenceyê hatin destgîrkirin gotin, “Destgîrkirin, girtin û êşkence nikarin me asteng bikin. Em ê bi heman îradeyê teqez hesabê Pirsûsê bipirsin û hemû hevrêyên xwe yên girtî derînin."

Ji 33 ciwanên ku di bîranîna 8’emîn salvegera Komkujiya Pîrsûsê de bi êşkenceyê hatin destgîrkirin û sewqî Edliyeya Anadolu ya Stenbolê hatin kirin, 2 jê bi îdiaya “li hember zagona bi hejmara 2911” û “li hemberî polîsan li ber xwe dan” hatin girtin.

Rêxistinên ciwanan ku di nava 2 rojên ji hev cuda de 8 hevalên wan hatin girtin, peyama li hemberî vê bêhiqûqiyê wê ti carî paşde gavê neavêjin dan.

Ciwanên ku di dema destgîrkirinê de hatin êşkencekirin ji ANF'ê re axivîn.

XWEST PÊŞÎ LI ÊŞKENCEYÊ BIGIRE LÊ BI ÊŞKENCÊ HATE DESTGÎRKIRIN

Yek ji endamên Komîteyên Ciwanan Muhammet Karabacak ê ku ji Kaniya Ayrilik heta Operaya Sûreyayê dimeşiya, dema xwest alîkariyê bide hevalê xwe yê ji aliyê polîsan ve dihat êşkencekirin, ew jî êşkenceyê dît û hate destgîrkirin.

Karabacak ê ku hema hema li hemû laşê wî şopên êşkencê hene, bûyer wiha vegot: “Em ji Kaniya Ayrilikê bi dirûşmeyan ber bi Pira Sogûtlûçeşmeyê ketin kolana muxtar. Li wir hevalekî me êşkenceyê dît. Me hewil da em mudaxeleyê bûyerê bikin, di wê navberê de 3-4 polîsên çewîk û polîsek bi cil û bergên sivîl xwe avêtin ser min. Li min xistin û bi erdê re kaş kirin. Her tim nifir dikirin. Serê min li erdê xistin. Lêdan û êşkence bi deqeyan berdewam kir, piştre em birin parkeke li wir û ji bo ku kes me nebîne, dora me bi mertalan dorpêç kirin.”

Karabacak anî ziman ku, di dema destgîrkirinê de wan bi awayek berovejî kelepçe kirine û êşkence berdewam kirine û got ku li nexweşxaneyê jî di dema muayenê de kelepçe nehatin derxistin. Karabacak da zanîn ku, doktorekî ku bi baweriya wî bi polîsan re têkiliya wî heye, li pêşberî polîsan hewl daye wan muayene bike û got ku wan muayeneya di bin dorpêça polîsan û kelepçekirî red kirine.

Her wiha diyar kir ku hevalekî wan yê ku bi lêdana serê wî li keviran xistine û guhê wî birîbûn, li nexweşxaneyê muayene hatiye kirin û piştî ku 4 saetan di wesayîta destgîrkirinê ya bêhewa de hatin girtin bêyî ku îfadeya wan bigirin ji wir hatine berdan.

Karabacak anî ziman ku, êrîşa polîsan a ku her sal li hemberî bîranîna Pirsûsê tê kirin, hewldana veşartina rastiyan e û got:

“Komkujiya Pîrsûsê bi hevkariya dewlet û DAÎŞ’ê pêk hat. Me ew bi raporên emniyetê yên herî dawî re jî dît. Komkujiya Enqereyê jî wisa bû. Ew ti carî naxwazin ev rastî derkeve holê. Ji ber vê yekê ew difikirin ku her sal bi êrîşa li ser bîranînan dikarin vê yekê veşêrin. Lê Komkujiya Pirsûsê ne komkujiyek e ku bê veşartin. 4 roj berê li Kadikoyê ji bo bîranîna Pîrsûsê 6 hevalên me yên belavok belav dikirin hatin girtin. Hewil didin bi destgîrkirin, êşkence û girtinan me bitirsînin. Lê çawan ku wê demê ciwanên me dev ji têkoşîna xwe bernedan, îro jî em ê bernedin û em ê xwedî li 33 bîranînê hevrêyên xwe derên. Yên ku berovajiya vê difikirin, xelet difikirin. Divê kes nefikire ku komkujiyek organîze, wê bikaribin binixumînin. Em ê bi heman îradeyê teqez hesabê Pirsûsê bipirsin û hemû hevrêyên xwe yên girtî derînin."

'POLÎSAN QIRIKA MIN ŞIDANDIN Û PÊ LI PIŞTA MIN KIRIN Û EZ XISTIN ERDÊ'

Di bîranînê de yek ji ciwanên di bin êşkenceyê de hatin destgîrkirin Doga Baysal (19) jî diyar kir ku, ew ê li hemberî van êrîşan tu carî gavan paşve navêjin.

Ji Komalên Ciwan Baysal ku ji ber êşkenceya polîsan stûyê wê şîn bû got, “Di meşê de em ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û êşkencekirin. Dema ez di bin dorpêçê de bûm, polîsek got, "Were vir", ji pişt stûyê min girt û pê li pişta min kir û ez xistim erdê. Destên me hemûyan bi berovajî kelepçe kirin, li ber otobusa destgîrkirinê korîdorek çêkirin û bi lêxistinê me kirin wesayîtê. Ji ber kelepçe gelek şidandibûn, destê hevalekî me werimî û birîn bû. Jixwe em ji gazê pir bandor bûbûn û laşê me her der dişewitî.”

Baysal ku cara ewil bi şîdeta dewletê re rû bi rû ma, anî ziman ku ev cara yekem e bi vî rengî rastî lêdanê tê.

Baysal anî ziman ku ew ê nekaribin bîranînan qedexe bikin û wiha got: “Bi destgîrkirin, girtin û êşkenceyê nikarin me asteng bikin. Çawa ku îsal em li kolanan bûn, sala bê jî em ê ji bo bîranîna Komkujiya Pîrsûsê li qadan bin. Heta 8 hevalên me yên girtî bên berdan wê têkoşîna me, bi heman biryardariyê bidome.”

‘7-8 SAET EM BÊ AV Û BÊ XWARIN MAN’

Di bîranîna li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê de endamê Malên Gel Dogûkan Gurbey yek ji kesên ewil ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Gurbey diyar kir ku, dema ew belav dibûn hatine dorpêçkirin û wiha got:

“Em ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û nehiştin girse belav bibe. Di şert û mercên hewaya germ de me komkirin ser hev û gaza rondikrêj avêtin ser me. Ji ber vê sedemê gelek hevalên me pirsgirêkên bêhndanê jiyan. Em 10 saetan bê hewa û bi kelepçe di otobusê de hatin ragirtin. Bi saetan destûr nedan ku em parêzerên xwe bibînin. Ava ku parêzerên me dixwestin bidin me jî hate astengkirin, em 7-8 saetan bê av û bê xwarin man."

'AKP’Ê DENGEK HERÎ BIÇÛK JÎ NAXWAZE'

Gurbey anî ziman ku, destgîrkirin û girtinên kêfî yên xwendekarên zanîngehê û bûyerên di roja bîranînê de pêk hatin, nîşan dide ku AKP'ê piştî wêraniya ku li welat afirandiye dengê herî biçûk jî naxwaze û got, “Girtinên bi hincet tên kirin wê nikaribin pêşiya vê têkoşînê bigirin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."