Ciwanekî din jî yê Kurd dinava komên redîkal de hat kuştin

Ciwanekî din jî yê Kurd dinava komên redîkal de hat kuştin

Hat ragihandin ku ciwanekî xelkê bajarê Silêmaniyê li Sûriyeyê di nava komên radîkal ên îslamî  de hatiye kuştin.

Li gorî malpera Basnewsê duh ciwanekî Kurd yê binavê Kawa (Xebat Kurdistan) ku ji bo şerkirinê ji bajarê Silêmaniyê çûyî di nava komên radîkal yên Îslamî yên Sûriyeyê de li wir hatiye kuştin.

Hat ragihandin ku Kawa ji sala 1995’an li bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye û xwendekarê rafa 6’ê ya xwendina Îslamî bûye. Hat zanîn ku Kawa ji berî 8 mehan li ser navê cîhadê berê xwe daye Sûriyeyê û beşdarî komên El Nursa bû ye.

Li gorî heman çavkaniyê ji berî 3 rojan jî ciwanekî ku bi heman armancê  ji bajarê Helebceyê çûyî di nava komên radîkal yên îslamî de hatiye kuştin.

Li gorî rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê li ser navê cihadê ji bajarên wek Silêmanî, Kerkuk, Dihok, Helebce û navçeyên wan ta niha derdora 200 ciwan çûne di nava refên El Qaîde û DÎAŞ’ê de bi cih bûne. Li gorî çavkaniyan jî ta niha ji ciwanên Kurd yên çûyîn Sûriyeyê 13 kes hatîne kuştin. Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jê çend ji wan ciwanan girtî bûn û dîmenên wan weşandîbûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev ciwanên Kurd li ser navê cîhadê diçin li dîjî gelê Kurd şer dikin.