Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan

Ciwanên bi boneya salvegera 8’emîn a Qetlîama Pirsûsê li kuçeyên Kadikoyê meşiyan, polîsan êrîşê wan kir û destên wan paş de kelemçe kirin û destgîr kirin.

Rêxistinên Ciwanan ku bi boneya salvegera 8’emîn a Qetlîama Pirsûsê xwest li Operaya Sureyya ya li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, hatin astengkirin. Lewma Rêxistinên Ciwanan li gelek derên Kadikoyê meşiyan.

Bi dehan ciwan pankartê li ser “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî“ hilda û dirûşmeya “Pirsûsê ji bîr neke, nehêle ji bîr bibe“ ji ber Rawestgeha Ayrilikê ya Marmarayê ber bi Operaya Sureyya ve meşiyan, rû bi rûyê êrîşa polîsên Tirk bûn. Gelek ciwan ters hatin kelemçekirin û destgîrkirin.

Bi dehan ciwan li Rihtima Kadikoyê hatin ba hev û rê girt. Di pey re polîs hatin û êrîşê ciwanan kir, dor li wan girt.