CÎK êrîşa li Amedê şermezar kir

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) jî êrîşa li Amedê şermezar kir û got failên vê êrîşê Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne.

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) jî êrîşa li Amedê şermezar kir.

CÎK diyar kir ku failên vê êrîşa hovane û nemerd diyar in û got: “Hikûmeta AKP ya Qatil û Serokkomarê Tirkiye Erdoganê bûye Firewn e.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir “Erdogan ê ol ji desthilatdariya siyasî re kiriye amûr, li qadan Quranê radike û weazan dide îro li Amedê ketiye xwîna mirovên me.

Heman şexs, heman hikûmet û heman feraset duh û îro jî çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike li Rojava û Başûrê Kurdistanê dişîne ser gelên me yên mezlûm…

Ey gelên Misilman her dengê hûn bidin van Kemalîstên Kesk ên zorbekar, wê roja mehşerê wek berpirsyarê vê komkujiyê di stûyê we de wek webal bê daliqan. Ji vî webal û gunehî xwe dûr bixin.

CÎK’ê herî dawî got: “Wek alimên Îslamê û wezîfedarên ol, em bang dikin ku di hilbijartinên roja Yekşemê de li rex gelê me yê mezlûm ê Misilman cih bigirin. Cihgirtina di nav refên mirovên mezlûm de emrekî Îslamê û teblîxa pêxemberê me ye.

Her wiha li hember her cure sorkirin û provokasyonan em dixwazin gelê me neyê provokasyonan bi awayekî yekbeden û bi rexistin tevbigerin.

Em ji birayên me yên di êrîşa bi lanet a Amedê de jiyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmê ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Silava Xwedê li ser kesên li rex heqiyê ne bê.”