Planên li ser Sûriyeyê yên ku hukûmeta AKP’ê bi emperyalîzmên Rojava re bi rê ve dibe, bi rêya Hatayê berdewam dikin. Hin wêneyên ku aşkere bûn, nîşan didin ku êdî evane ne îdîa ne.
Waliyê Hatayê Mehmet Celalettîn Lekesîz ji bo bersivê bide îdîayên der barê bûyerên li Hatayê diqewimin, civînek çapemeniyê li dar xist. Di vê civînê de Lekesîz ragihand ku îdîayên ku dibêjin ji Hatayê bi rêya ambulansan çekan dişînin Sûriyeyê ne rast in û got:
"Ev ambûlans birîndarên ku ji Komara Ereban a Sûriyeyê tên hildigirin û dibin navendên tenduristiyê. Îdîayên ku dibêjin ambulans dikeivn nava axa Sûriyeyê, nexweşan digirin, cebilxane, teçhîzat û çekan hildigirin,evane di warê huqûqî û di warê kiryarî de ne mimkun in. Ambûlansên me ji bilî amûrên bijîşkî tu tiştek din hilnagirin. Ev ambulans bi sîstema GPS (Sîstema Şopandina Wesayîtan) ve ji peykê tên şopandin. Di encama lêkolînên li ser GPS’ê hatin kirin de tu binpêkirina sînor nehatiye dîtin. .."
Lê her çendî Waliyê Hatayê van îdîayan derewand, wêneyek ku Walî diderewîne û pêwîstî pê dibîne ku Walî civînek nû ya çapemeniyê li dar bixe derk holê. Ji van wêneyan tê dîtin ku ne tenê ambulansên dewleta Tirk li Hatayê dixebitin. Li Sîteya Pîşesazî ya Nû ya Hatayê ku pir nêzî navenda bajêr e, 2 ambulansên bi plaka Îngilîstanê hatin dîtin. Şahidan da zanîn ku ev ambulans bi çekan ji axa Tirkiyeyê dibin Sûriyeyê. Hin şahidan jî dan zanîn ku wana mirovên çekdar di van ambulansan de dîtine.
Welatiyên Hatayê yên ku me pêre hevdîtin pêk anî, dan diyarkirin ku bal kişandin ser kêmbûna ambulansan.