Cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
Di rûniştina doza têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl hat vekirin de, cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn.
Di rûniştina doza têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl hat vekirin de, cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn.
Li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev di 11’ê Çileya 2020’an de winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî windabûna wê 70 rojan hate dîtin. Têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane yan jî bi êşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” doz hate vekirin.
Rûniştina 6’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di rûniştina bi tespîta nasnameyan dest pê kir de bersûcê girtî Apro Dîrîl û parêzerên her du aliyan amade bûn.
Şandeya dadgehê piştî parastinên hatin kirin derbarê bersûc Apro Dîrîl de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi êşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” cezayê hepsê yê muebedê birî û derbarê Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de jî biryara beraetê da.
Serokê Baroya Şirnexê û parêzerê malbata Dîrîl, Rojhat Dîlsîz diyar kir ku wê biryara hatiye dayîn bibin dadgeha jortir û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Dîlsîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya darazê de ku faîlên esas ên ji Apro Dîrîl re bûn alîkar neyên aşkerekirin, wê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”