Ceyş El-Suwar: 2 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Artêşa Şoreşgeran diyar kir ku çeteyên El-Nusra li herêma Ezazê cara duyemîn êrîşî hêzên wan kirine û li ser bersivdayîna hêzên wan 2 çete hatine kuştin.

Artêşa Şoreşgeran der barê êrîşên çeteyên El-Nusra li ser herêma Ezazê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran de wiha hat gotin: “Çeteyên El-Nusra di nava van 2 rojên derbas bûyî de îşev dest bi êrîşa xwe ya 2’yemîn li ser hêzên me kir. Artêşa me jî bersiva êrîşan da û di encamê de herî kêm 2 çeteyên êrîşkar hatin kuştin. Odeya Çalakiyan a Marihê ku di bin navê Artêşa Azad de tê bikaranîn û ji aliyê çeteyên El-Nusra ve tê rêveberin, Di 23’ê Mijdara 2015’an de gef li Artêşa me xwar ku xwe ji herêmên gundewarên rojavayê Ezazê vekşînin û wê demê 48 saet dem dan hêzên me ku xwe bi temamî ji gundewarên bakurê Helebê vekşînin.”
Di daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran de hat destnîşankirin ku êrîş û kiryarên çeteyên El-Nusra piştî amadekariyên wan ên destpêkirina operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bûn, pêk hatin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî ku Artêşa me û hin komên Artêşa Azad amadekariyên destpêkirina operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gundewarên Başûrê Helebê bi dawî kirin, çeteyên El-Nusra û hin komên dîtir dest bi êrîşan kirin. Çeteyên El-Nusra îro di saet 4’an de piştî êrîşên beriya 2 rojan dest bi êrîşên li dijî hêzên me kirin.”