Çeteyan bi topan êrîşî gundê Til Sînor kirin

Çeteyan bi topan êrîşî gundê Til Sînor kirin

Hate ragihandin ku komên çete yên DAIŞ’ê bi topan êrîşî gundê Til Sînor kirine û di encamê de ziyana madî pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, komên çete bi topan êrîşî gundê Til Sînor ê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê kirin. Hate gotin ku di êrîşa saet 20.00’an de pêk hat de topek li derdora gund ketiye bûye sedema ziyana maddî.

Çavkaniyan ragihand ku top ji aliye bajaroka Atma ya dibin destê çeteyên DAIŞ’ê de ve hatine avêtin.