Cenazeyên penaberên Kurd yên ku li Bajarokê Ahmetbeylî yê ser bi Îzmîrê keştiya wan bin av bû şandin Rojavayê Kurdistanê. Di dema oxirkirinê de pankarta “ji nava agir bo deryayê” hate vekirin trajediya penaberên Kurd soje kir.
63 penaberên Kurd yên keştiya wan li peravên bajarokê Ahmetbeylî ya Îzmîrê bin avbû û jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê 60 penaberan ber bi Rojavayê Kurdistanê birê kirin. piştî ku otopsiyên cenazeyan xilas bûn û Sûriyeyê cenaze qebûl kirin, cenazeyên ku li morgên semtên cûda yên Îzmîrê dihatin ragirtin, di demjimêrên sibehê de anîn Goristana Yenî Bucayê.
SOJEYA TRAJEDIYÊ: JI NAVA AGIR BO NAVA DERYAYÊ…
Li goristanê pankarta “Ji nava agir bo nava Deryayê” ku trajediya penaberên Kurd yên ji Sûriyeyê destpê kir û li Îzmîrê bidawî bû vekirin. Malbatan xwe avêtin ser tabûtan û giriyan. Piştre cenaze xistin nava TIR’ên xwedî sîstema hewaya sar û ketin rê.
Cenazeyên ku dê li ser Deriyê Sînor yê Akçakal yê Rihayê derbazî Rojavayê Kurdistanê bikin, sibe dê li bajarên Amûd û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê bimerasimekê bêne veşartin.
Qezaya ku 6’ê Îlonê li peravên Îzmîr Menderesê rû da, di nav de bebek, zarok û jin jî heyî 63 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 49 kes jî hatibûn rizgar kirin.
Beriya vê cenazeyê 3 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê xizmên wan ve hatibûn wergirtin.