Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Samî Ercan (Remzî Sûrûç) û Engîn Guven (Berxwedan Jiyan) yên ku di pevçûna Giyadînê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatan ve li Trabzonê hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve derxistin rê.
Li nêzî gundê Gordê yê navçeya Giyadînê ya Agiriyê di 15'ê Îlonê de di pevçûnekê de 2 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan biribûn Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê. Cenazeyê gêrîla Remzî ji aliyê malbatê ve ji Saziyat Tipa Edlî hate wergirtin û hate hînbûn ku, dê îro li navçeya Pirsusê ya Rihayê bê definkirin.
Cenazeyê gêrîla Berxwedan jî ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn Bedlîsê. Gêrîla Berxwedan dê li gundê Sîwar yê Bedlîsê bê definkirin.
Li navçeya Pirsusê ya Rihayê him ji ber cenazeyê gêrîla Remzî û him jî ji ber binçavkirina alîkarên Şaredar û xebatkarên şaredariyê esnafan bi armanc şermezarkirinê, dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî dermanfiroş û firinan hemû dikan girtîne.