Cenazeyê Sîdar Sakik spartin axê

Cenazeyê Sîdar Sakik spartin axê

Cenazeyê kurê Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik Sedar Sakik piştî li Mizgeftea Yildiz Orta nimêja wî hate kirin li Goristana Golbaşiyê spartin axê.

Cenazeyê kurê Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik yê duh serê sibê xwe di qeta 5'an de avêt û dawî li jiyana xwe anî Sedar Sakik piştî li Mizgefta Yildiz Orta nimêja cenaze li Goristana Gulbaşiyê hate definkirin. Cenazeyê Sakik piştî ji Morga Nexweşxaneya Guven hate girtin li Mizgefta Yildiz Orta merasîm hate lidarxistin.

Li gel malbata Sakik, Hevserokên Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, parlementerên BDP'ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakkı Tombul, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Adnan Keskîn, Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Nivîskar Yaşar Kemal û gelek kesên din çeleng ji merasîma cenaze re şandin.