Cenazeyê Selîm Sadak hate veşartin
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê dema ku li Elmanyayê tedawî didît jiyana xwe ji dest da, li warê wî navçeya Hezex a Şirnexê bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi merasîmeke hate veşartin.
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak ê dema ku li Elmanyayê tedawî didît jiyana xwe ji dest da, li warê wî navçeya Hezex a Şirnexê bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi merasîmeke hate veşartin.
Cenazeyê Selîm Sadak ê ku 23’yê Çileyê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li cihê ketina navçeyê hate pêşwazîkirin û piştre bi berzkirina dirûşmeyan birin mala malbatê.
Li vir piştî nimêja cenazeyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî bi merasîmekê li Goristana Şêx Hesen hate veşartin. Di tevahiya merasîmê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Tuncer Bakirhan di merasîmê de axivî û diyar kir ku siyasetmedarên Kurd bi salan neçar dimînin li sirgûnê bijîn û daxwaza gelê Kurd a ji bo hemwelatiya wekhev û aştiyê anî ziman.
Bakirhan destnîşan kir ku wê têkoşîna Selîm Sadak were domandin.
Birayê Selîm Sadak, Resul Sadak jî axivî û diyar kir ku Selîm Sadak siyasetmedarekî alîgirê aştiyê bû.
Girse piştre derbasî mala şînê bû.