Cenazeyê şehîd Dîren Amed hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlûm Şener ê li bejahiya Elkê şehîd bibû, piştî 4 mehan di bin dorpêçê de hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlûm Şener (Dîren Amed) ê ku di şerê 9'ê Tebaxê li bejahiya gundê Elkê ya Şirnexê de şehîd bibû, 4 meh şûnde radestî malbatê hate kirin. Piştî nimûneya xwînê li hev hat, malbatê cenaze ji goristana bêkesan a li Xaniyên Afetê ya li navenda Şirnexê wergirtin. Cenazeyê gerîla Dîren Amed li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat veşartin.

Polîsan beriya veşartinê goristan dorpêç kirin. Polîsan nehişt rêveberên Komeleya Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin re (MEBYA-DER), nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî merasîma cenaze bibin. Ji xeynî malbata Şener nehiştin tu kes beşdarî merasîma cenazeyê bibin.

Cenazeyê Şener di bin dorpêça polîsan de hat veşartin. Girse li ber deriyê goristanê li benda malbata Şener sekinîn.