Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
Cenazeyê girtiyê nexweş Bişar Yazici ku di Girtîgeha Wanê de rewşa wî giran bû û anîn Amedê û jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat wergirtin.
Cenazeyê girtiyê nexweş Bişar Yazici ku di Girtîgeha Wanê de rewşa wî giran bû û anîn Amedê û jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê hat wergirtin.
Rewşa tenduristiyê ya Bişar Yazici (52) ku di Girtîgeha Wanê de bû û giran bû, 23’ê Hezîranê birin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ya Amedê, vê êvarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yazici anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê. Komeleya Alîkariyê Ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan jî hatin Saziya Tiba Edlî û bi malbatê re bûn piştgir.
Piştî temambûna karê fermî, malbat cenazeyê Yazici wergirt û ber bi Wanê ve bi rê ket. Cenaze, wê li Taxa Ergalî ya Qelqelî ya Wanê bê veşartin.