Cenazeyê girtiyê nexweş Bişar Yazici hat veşartin

Cenazeyê Bişar Yazici ku girtiyê nexweş bû û Şemiyê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hate veşartin.

Bişar Yazici ku zêdeyî du salan li Girtîgeha Girtî ya Bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin, ji ber giranbûna rewşa wî 23’ê Hezîranê sewqî Nexweşxaneyê Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê tê kirin.

Bişar Yazici (52) ji ber nebesiya cigera reş tedawî didît. 8’ê Tîrmehê roja Şemiyê jiyana xwe ji dest da.

Pişît ku cenazeyê Yazici girtin Saziya Tiba Edlî, piştre birin Taxa Ergalî ya Navçeya Qelqelî ya Wanê û di saetên derengî de hat veşartin.