Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Çelîk hate veşartin
Gerîlaya YJA Starê Sîbel Çelîk a ku li Şirnexê şehîd bû, li Xarpêtê hate veşartin.
Gerîlaya YJA Starê Sîbel Çelîk a ku li Şirnexê şehîd bû, li Xarpêtê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Sîbel Çelîk (Tavîn Tekoşîn) a ku di 21’ê Çileyê de li herêma Besta ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû, ji aliyê malbata wê ve hate wergirtin. Malbat ji bo cenaze ji Elmanyayê hate Wanê û cenaze li Goristana Taxa Yalim Erezê wergirt. Malbatê cenaze bir Xarpêtê.
Cenazeyê Sîbel Çelîk bi şev li Goristana Sînanlar a gundê Sugozû ya navendê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.