Cenazeyê gêrîla Ozek ji aliyê deh hezaran ve hate pêşwazîkirin

Cenazeyê gêrîla Ozek ji aliyê deh hezaran ve hate pêşwazîkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cengîz Ozek li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gel mudaxeleya polîsan ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin.

Cenazeyê gêrîla Cengîz Ozek yê ku di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşi ya Kayseriyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ya Colemêrgê li gel mudaxeleya polîsan ji aliyê deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Piştî girseyê li ser Kolana Cengîz Topal cenaze pêşwazî kir ber bi Mizgefta Kişlayê ya li taxa Kişlayê ve dest bi meşê kir.