Cenazeyê Çûhadarê DHKC’yî hate wergirtin

Cenazeyê Çûhadarê DHKC’yî hate wergirtin

Cenazeyê Îbrahîm Çûhadarê DHKC’yî yê li dijî Qereqola Gazî çalakiya xwekujiyê pêkanî, di bin dorpêça polîsan de ji Saziya Tiba Edlî hate wergirtin.

Cenazeyê Çûhadar yê li Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnaya Stenbolê ji aliyê malbat û parêzerên wî ve hate girtin, ber bi Kuçukarmûtlûyê ketin rê. Hate diyarkirin ku, destpêkê dê li Kuçukarmûtlû merasima cenaze çêbikin, piştre li Goristana Gazî defin bkin.

Dema ku cenaze birin, polîsan êrîşî komek ya li jorî saziya Tiba Edlî dima kir. Hate ragihandin ku, di êrîşê de 4 kes hatine binçavkirin û binçavkirin didomin.

Milîtanê DHKC’ê Îbrahîm Çûhadar li dijî Qereqola Gazî ya bi îşkence, înfazkirinên bê daraz çalakiyek xwekujî pêkaniye, di çalakiyê de li gel Çûhadar polîsek miriye û bigiştî polîs 7 kes jî birîndar bûne.