Cenazeyê çalakvanên fedaî li Saziya Tipa Edlî ne

Cenazeyê gerîlayên bi navê Dîlara Urper û Emel Feremez ên ku li Mêrsînê çalakiyeke fedaî kiribûn, 16 roj in li Saziya Tipa Edlî ne.

Di 26’ê Îlonê de gerîlayên YJA Starê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emel Feremez Hisên (Rûken Zelal) li dijî Mala Polîsan a li Taxa Teceyê ya Mezîtliya Mêrsînê çalakiyek kiribûn. Cenazeyê her du gerîlayan li morga Saziya Tipa Edlî ne.

Malbata Urper hate Mêrsînê xwest cenaze werbigire û serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê da. Lê dozgeriyê ji bo testa DNA’yê xwîn ji malbatan stend. Malbata Urper bêyî ku cenaze bistîne vegeriya.

Cenazeyê Urper û Hisên ji ber mînaka DNA’yê 16 roj in li Saziya Tipa Edlî ne.