Akarsel li mala ji dayik bû hate bîranîn
Akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li mala ku lê ji dayik bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li mala ku lê ji dayik bû, merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Endama navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyeyê di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin.
Li taxa Golyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, li mala ku Akarsel lê ji dayik bû, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Malbat û hevalên Akarsel li mala lê ji dayik bû 'Koşeya Nagîhan' amade kirin.
Wêneyên Akarsel lê hatin danîn, find hatin vêxistin û qurnefîl hatin danîn.
Li mala malbata Akarsel a li Golyaziyê serdanê sersaxiyê têne kirin.