Şaredarê bajarokê Lîza Mûşê Aydin Kayayê li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê di encama krîza dil de jiyana xwe jidest da. Cenazeyê Kaya piştî ji morga nexweşxaneya tiba edlî ya Mûşê girtin ber bi Mûşê ve rêwî birin.
Şaredarê bajarokê Lîza Mûşê Aydin Kayayê li girtîgeha Tîpa E ya Mûşê girtî bû di encama krîza dil de jiyana xwe jidest da. Malbata Kaya ji bo cenazeyê xwe bigire çû Meletiyê û cenazeyê Kaya ji morga tiba edlî Meletiyê girt. Malbata Kaya û BDP'iyan ji vê derê ber bi Mûşê ve birê ketin. Hat hînbûn ku Kaya li Lîzê bi tevlîbûna girseyî dê bê veşartin