Cemal Kavak li Swîsreyê hat bîranîn

Cemal Kavak li Swîsreyê hat bîranîn

Siyasetmedarê Kurd Cemal Kavak ê ku di 19’ê Tebaxê de li bajarê Innsbrucka Awisturyayê dawî li jiyana xwe anî, li bajarê Winterthurê hate bîranîn.

Di bîranîna li salona Dawetê ya Paşa ya Winterthurê hate lidarxisitn de zêdetirê 500 Kurdistanî beşdar bûn û hevsera Kavak, zarokên wî, siyasetmedarên Kurd Fûat Kav û Mahmûr Şakar, Meclîsên Gel ên Kurdan ên Swîsreyê û nunerên Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê (FEKAR) amade bûn. Di bîranînê de lênivîsa bîranînê hate vekirin û heval û dostên Kava bîranînên bi Kavak re li ser nivîsandin.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bîranîn bi xwendina peyama KCK’ê ya ji bo Kava berdewam kir. Piştî peyama KCK’ê siyasetmedarê Kurd Mahmût Şakar mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew bi salan bi Kavak re xebitiye û bal kişand ser dilsoziya Kavak a ji bo têkoşînê.

Piştî Şakar, siyasetmedarê Kurd Fûat Kav axivî û got; “Bi girîna piştî şehîdan û lidarxistina bîranînan, mirov nikare xwedî li mîrasên wan derbikevin, tenê rêyek a xwedîderketina li bîranîna wan heye, ew jî xurtkirina têkoşînê ye.”

Li ser navê malbata Kavak, kurê wî Eyyup Kavak axivî û diyar kir ku ev 20 roj in gelê Kurd wana ne li Kurdistanê ne jî li Ewropayê bi tenê nehiştine û malavahiya gelê Kurd kir û got; “Em careke din li huzura we soz didin ku em ê xeyalên bavê xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona li ser jiyana Kavak hate nîşandan.